Li Licê operasyona leşkerî

AMED -Li çoltera Licê bi piştgiriya helîkopter û balafirên şer operasyona leşkerî dest pê kir.

Li herêma di navbera gundên Derxus, Sîsê, Cenezur û Kerwasê ya navçeya Licê ya Amedê hat hînbûn ku operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Ji bo operasyona ku bi şev saet di 02.00'yan de dest pê kirin bi helîkopter û wesayîtên zirxî ve gelek leşker hatin sewqkirin.

Di nava rojê de li herêma operasyonê dengê teqînan hat û tevgera balafirên şer hat dîtin. Dîsa li taxên ku operasyon hene noqteyên lêgerînê hat danîn û hatin û çûyînan de kontrola nasnameyan tê kirin.