EDENE - Şaxa DAD'ê ya Edeneyê bal kişand li ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD) a Edeneyê ji bo balê bikişîne li ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevseroka DAD'ê ya Edeneyê Seher Kiliç diyar kir ku pêkûtiyên asîmîlasyon û pêkûtiyê zêdetir bûye û veguheriyê şerekî li hemberî hemû beşên civakê.
Kiliç anî ziman ku ew weke DAD bawer dikin ku mafê jiyanê mafê herî sereke ye û dixwazin pêkanînên zilm û pêkûtiyan bi dawî bibe. Kiliç banga bihistiyariyê li raya giştî kir.
Kiliç daxwazên xwe wiha rêz kir:
Kesên ku ji ber fikrên xwe yên siyasî girtî ne bên berdan,
Polîtîkayên çewisandin û pêkûtiyê yên li girtîgehan bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan,
Bêyî ku sedema girtîbûnê bê mêzekerin divê nêzîkatiya mirovî û wijdanî bê kirin û pêkanînên li gorî şexsan bi dawî bibe,
Divê rêgezên mafên mirovan ên gerdûnî bên esasgirtin.