WAN- Li navçeya Tuşbayê ya Wanê di pêla 4.2 de erdhej çêbû.
Li navçeya Tuşbayê ya Wanê li gorî Daîreya Erhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afetê ya Serokwezîriyê (AFAD) di pêla 4.2 de erhejek çêbû. Erdhej 19.85 kîlometre di bin erdê de çêbû û jibilî navçeya Tuşbayê li navenda bajar û navçeyên derûdorê jî hate hîskirin. Li gorî agahiyan zirarek çênebûye.
Enstituya Lêkonînê ya Erdhej û Rasatxaneya Kandîlliyê jî şîdeta erdhejê 4.3 aşkera kir û daxuyand ku navenda erdhejê taxa Yemlîce ya Tuşbayê ye.