Turk: Hêvîdar im ev bibe wesîleya xêr û xweşiyê

MÊRDÎN- Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li taxa Mensûriyê dengê xwe bikar anî û got ku bila dengê wî bibe wesîleya xêr û xweşiyê.

Hevşaredarê Bajarê Mezîn ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji kar hate durxistin li taxa Mensuriyê ya Mêrdînê Dibîstana Navîn ya Yalimkoyê sindoqa 1200 dengê xwe bikar anî. Dema Ahmet Turk dengê xwe bikar anî axaftinek kurt kir û got ew hêvîdar e dengadayîn bibe wesîleya xêr û xweşiyê.