MÛŞ- Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan hat girtin.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bûrcû Çelik Ozkan hat girtin. Çelik a ku li Mûşê hat binçavkirin, di hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de ragihand ku ew hatiye girtin.
Çelik di hesabê xwe yê Twitterê de wiha nivîsand: "Hatim girtin... Silav ji bo hebû dostan..."
Tevî hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê, bi giştî 14 parlementerên HDP'ê girtî ne.