Li dijî çiyayê Kato Jîrka operasyona bejahî

ŞIRNEX - Li herêma çiyayê Kato Jîrka bi tevlîbûna leşker û cerdevanan operasyona bejahî hat destpêkirin.

Li çiyayê Kato Jîrka yê navçeya Elkê ya Şirnexê serê sibê bi tevlîbûna sedan leşker û cerdevanan operasyona bejahî hat destpêkirin. Hate hînbûn ku operasyon ji aliyê gundê Germav û Geznexê ve destpê kiriye û bi awayekî berfireh didome.

Beriya ku operasyon bê destpêkirin herêma Kato Jîrka ji aliyê balefirên şer ve hat bombebarankirin.