Polîsan êrîşî kesên bûyer şermezar kirin, kir: 24 kes hatin binçavkirin

ENQERE - Girseya ku xwest şewitîna xwendekarên li Edeneyê şermezar bikin û meşiyan ber Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî rastî êrîşa polîsan hatin û 24 kes hatin binçavkirin.



Girseya ku xwest şewitîna wargeha xwendekaran a li Edeneyê ku 11 xwendekar û xebatkarek wargehê jiyana xwe ji dest dan şermezar bikin, li ber avahiya Wezareta Perwedehiyê ya Neteweyî kombûn. Polîsan destûr neda girse li ber avahiya wezaretê kom bibin û bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin.


Polîsan di êrîşê de 24 kes bi derpkirinê binçavkirin.