Rûsya: Operasyonên Tirkiyeyê yên li Şengal û Qereçoxê nayên qebûlkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, li dijî êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava û Şenglê bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Operasyonên Tirkiyeyê yên li Şengal û Qereçoxê nayên qebûlkirin."

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, li dijî operasyona artêşa tirk a li Rojava û Şengalê bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber van gavên Tirkiyeyê şik û gumanên me hene. Operasyonên li Şengal û Qereçoxê nayên qebûlkirin. Operasyon rageşiya li herêmê gur dikin. Gavên Tirkiyeyê xizmeta têkoşîna hevkariyî nakin."