Li herêma Bestayê amadekariyên operasyonê

ŞIRNEX - Li derdora gundê Biryan ê Şirnexê ku nêzîkê herêma Bestayê ye, liv û tevgera leşker û cerdevana xwe daye der.

Li derdora gundê Bîryan ê Şirnexê tevgereke zêde ya leşker û cerdevanan heye. Li gorî çavkaniyên herêmî ji bo herêmên Xwara Serê, Çiyayê Fila û Girê Mizgeftê yên Bestayê amadehiyên operasyonê tên kirin.