Xebatkarê HDP'ê yê Cizîrê hat binçavkirin

ŞIRNEX - Xebatkarê HDP'ê Abdulkerim Pozan li mala xwe ya Cizîrê hat binçavkirin.

Polîsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser mala xebatkarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdulkerim Pozan de girt û ew li malê binçav kirin. Pozan ku heta niha gelek caran hat binçavkirin û berdan, dîsa hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Pozan nehat zanîn. Pozan birin Midûriyeta Polisan a Cizîrê.