Li Amanosê şer: Leşkerek û cerdevanek birîndar bû

HATAY -Li Çiyayê Amanos ê li navçeya Dortyola Hatayê di navbera HPG’î û leşkerên derketin operasyonê de şer derket. Di şer de leşkerek û cerdevanek birîndar bû. Li herêmê operasyonek berfireh hat destpêkirin.


Li bejahiya Zozanên Pekmezcî yên Çiyayê Amanosê yê li navçeya Dortyola Hatayê ye duh di saetên şevê de, di navbera HPG’î û leşkerên derketine operasyonê şer derket. Piştî pevçûnê gelek ambulans û wesayît sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî daneyên destpêkê di şer de leşkerek û cerdevanek birîndar bûne. Kesên birÎndarbûne bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyol û Îstenderunê.

Hat zanîn ku leşkeran li herêmê operasyonek berfireh dane destpêkirin.