Nûçegîhana ETHA'yê Gayip hat berdan

RIHA- Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip a ku di dema şopandina doza Komkujiya Pirsûsê de hatibû binçavkirin, hat berdan.

Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip, duh di dema şopandina doza Komkujiya Pirsûsê de li Rihayê hatibû binçavkirin. Gayip a ku ew birin Curnê Reş û piştî îfadeya li Muduriyeta Polîsan a Navçeyê hat berdan.