AMED - Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin ê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin di doza ku bi daxwaza 20 sal ceza tê darizandin de hate berdan.
Doza ku der barê Hevşaredarê Peyasê ya Amedê Mehmet Alî Aydin ê ku di 7'ê kanûna 2016'an de hate girtin û ji aliyê Wezareta Karên Derve ye ji peywir hate durxistin û bi daxwaza 20 sal ceza tê darizandin hate dîtin. Dİ doza ku li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin de Aydin ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû. Malbata Aydin, rêveberên Navenda Giştî ya DBP'ê parlamenterê berê yê DEP'ê Selîm Sadak û gelek kesan şopand.
Ji ber ku heyet hatibû guhertin girtekên berê yên dozê hatin xwendin û dozger nêrîna xwe aşkera kir. Dozger xwest şahidê nepen ê bi navê "Poyraz" bê guhdarkirin û rewşa girtîbûna wî berdewam bike.
Mehmet Alî Aldin jî diyar kir ku ew parastinên xwe yên berê dubare dike û xwest bê berdan.
Piştre jî parêzerên Aydin axivîn û diyar kirin ku hemû delîlên di dosyayê de hatine komkirin û xwestin muwekîlên wan bê berdan.
Heyetê piştre biryara xwe aşkera kir û Aydin bi şerta "kontrola edlî" serbest berda. Doz taloqî mijdarê hat kirin.
Aydin ji ber civînên Kongreya Civaka Demokratîk û bi hinceta ku beşdarî meş û daxuyaniyên di 2014-2016'an hatiye lidarxistin bûye bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiriye" tê sûcdarkirin.