NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ragihand ku wan bi temamî Tebqa û Bendava Firatê ji DAIŞ'ê rizgar kirine.
Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rojda Felat, îşarte pê kir ku di roja 50'emîn a operasyona li hemberî Tebqa û Bendava Firatê de, wan bajar û bendavê bi temamî ji DAIŞ'ê paqij kiriye.
QSD, diyar kir ku wan li herêmê dest bi xebatên arav û taravkirinê kiriye.