Sekretera Jinê ya Egîtîm Senê Yigit hat binçavkirin

STENBOL - Sekretera Jinê ya Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê Ebrû Yîgît, dema ji Almanya vegeriya Tirkiye, li balafirgehê hat binçavkirin.

Revêberiya Demî ya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku Sekretera Jinê ya Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê Ebrû Yîgît li balafirgehê hatiye binçavkirin. Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê di daxuyaniyê de diyar kir ku dema Ebru Yigit ji Almanya vedigeriya Tirkiye li balafirgehê hat binçavkirin.