2 jê keya 3 kes hatin binçavkirin

MÊRDÎN - Li Mêrdînê endamê Meclîsa DBP'ê Emrullah Kalkan û keyayên gundên Qûzêrîp û Cirzê yên navçeya Stewrê hatin binçavkirin.

Li Mêrdîn û navçeya wê Stewrê di ser gelek malan de hatin girtin. Di encama serdegirtinê de li taxa Saracoglu ya navendê endamê PM’ê yê kevin ê DBP'ê Emrullah Kalkan, keyayê taxa Cirzê Stewrê Mehmet Çelebi û keyayê taxa Qûzêrîpê ya Stewrê Necatî Yalçinkaya hatin binçavkirin. Sedema binçavkirin û cihê kesên binçavkirî nehat zanîn.

Hat ragihandin ku hêjmara kesên binçavkirî zêdetir bibin.