Li Stenbolê hezaz: Karkerek birîndar bû

STENBOL - Li Umraniyeyê di dema xebatên qenala avê de hezaz pêk hat û karkerek bi giranî birîndar bû.

Li kolana Şadirvan a taxa Îstîklala navçeya Umraniyeya Stenbolê dema ji bo qanala avê xebat dihat meşandin hezaz pêk hat. Koma agirkuj a hat cihê bûyerê karkerê bi navê Saît Şam ê 52 salî ji bin hezazê derxistin.

Şam ê rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Umraniyeyê hat diyar kirin ku jiyana wî di xeteriyê de ye.