7 kes hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene, Şirnex û Dersimê di serdegirtinê malan de 7 kes hatin binçavkirin.

Li Edene di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Polîsan serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Edeneyê

Li navçeya Mazgêrdê ya Dersimê welatiya bi navê Ozlem Îlbeylî serê sibehê li mala xwe hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Îlbeylî nehat hînbûn û birin Qereqola Cendirmeyan a Dersimê.

RÊVEBERÊ SES'Ê HAT BINÇAVKIRIN

Li Şirnexê Rêveberê SES’ê Selahattîn Barinç li ber mala xwe ya li taxa Gazîpaşa hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Barinç nehat zanîn û Barinç li Miduriyeta Emniyetê ya Şirnexê tê ragirtin.