Li Sêrtê pevçûn: Leşkerek mir

SÊRT - Li Dihê di navbera leşker û PKK'yiyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerek mir, yek jî birîndar bû.

Li herêma Çiyayê Çiravê yê Dihêya Sêrtê di navbera leşkerên tirk û PKK'yiyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerek mir û yek jê jî birîndar bû. Leşkerê birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Operasyona li herêmê didome.