KOCAELÎ - Li Gebzeyê 3 xwendekarên zanîngehê ji ber strana kurdî gotin hatin binçavkirin.
Li Parka Eskîhîsar a navçeya Gebzeya Kocaeliyê 3 xwendekarên zanîngehê ji ber strana kurdî gotin hatin binçavkirin. Xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê yên hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Eskîhîsarê. Hat zanîn ku navê xwendekarên hatine binçavkirin Baran Kocak, Zinar Kef û Tanju Ozadanire.