COLEMÊRG- Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ê hatibû binçavkirin bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin.
Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ê ku beriya 3 rojan hatibû binçavkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyê Yilmaz bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehêkirin û bi heman îdiayê hat girtin.
Di heman operasyonê de endama ÎHD'ê û hevsera Yilmaz, Pinar Çaçan û 4 kesên di hê di bin çavande ne.
DERIYÊ ŞAREDARIYÊ BI ZINCIRÊ HATIBÛ KILÎTKIRIN
Piştî Hevşeradar Yilmaz û kesên pê re hatibûn binçavkirin polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kiribûn û deriyê şaredariyê jî bi zinciran ve kilît kiribûn. Polîs ketina xebatkarên şarediyê li hundir jî asten dike û nahêle xebatkar bikevin şaredariyê.