NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên li çoltara Çelê derketin operasyonê teqîn pêk hat, hat gotin 2 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûne.
Gelek herêmên Kurdistanê yên ku ji hêla artêşa tirk ve qedexe hatiye îlankirin û operasyon hatiye destpêkirin, şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Hat gotin li çoltara navçeya Çelê ya Colemêrgê teqînek pêk hatiye, 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 7 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê.