AMED - Hat diyarkirin ku leşkeran piştî Mesût Yalavûz li Licê binçav kirin, destê wî li pişt wî kelemçe kirin û wî li eraziyên operasyonê digerînin.
Li gundê Beşîştê yê Licêya Amedê dema welatiyê bi navê Osman Yalavûz (34) ji bo avdaniyê ber bi baxçeyê xwe ve diçû leşkeran ew gulebaran kiribû û bi giranî birîndar bûbû. Piştî Osman Yalavûz, leşkeran destê ciwanê bi navê Mesût Yalavûz (20) bi paş ve destê wî kelepçekirin û ew bin çav kirin. Malbata Yalavûz, anî ziman ku ew ji jiyan kurê xwe bi endîşe ne.
Malbatê diyar kir ku, leşker kurê wan li eraziyê hawirdorê digerîne.