ŞIRNEX - Di operasyona li herêma Qilebanê didome de şer derket. Di şerê navbera TSK'ê û HPG’ê de 2 cerdevan û leşkerek birîndar bûn.
Li herêma çoltara Hîlalê ya Navçeya Qilebanê ya Şirnexê, leşkerên derketibûn operasyonê bi HPG’iyan re şer kirin. Di şer de 2 cerdevan û 1 çawişê pispor birîndar bûn. Kesên birîndar bi helîkopteran rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Operasyona li herêmê didome.