Hevserokê DBP’a Payîzavayê hat binçavkirin

WAN – Hevserokê DBP’a Payîzavayê Kemal Guler di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.

Hevserokê DBP’a Payîzavaya Wanê Kemal Guler hat binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Guler a li taxa Kurubaşi ya Artemêtê de girt û Guler binçav kirin. Hinceta binçavkirina Guler nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.