STENBOL - Di teqîna li Maltepeyê de kesek birîndar bû
Li taxa Zumrutevlerî ya navçeya Maltepeyê ya Stenbolê de, di kargeheke ku sabûn tê çêkirin de teqîn pêk hat. Sedema teqînê hêj nehatiye zelalkirin, hat gotin ku kesek birîndar bûye. Maşînên li derûdora avahiyê jî xesar dîtin.
Tê gotin ku dibe ji ber pirsgirêka qazanê teqîn pêk hatibe.