Ji ber parvekirinên medyaya civakî 3 kes hatin girtin

MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê 3 kes bi îdiaya li ser medyaya civakî parvekirin kirine, hatin girtin

Hikumeta AKP'ê ji derveyî remana xwe hemû remanan sûc dibîne. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê welatiyên bi navê Huseyîn D., Azadî Î û Ziyad Y hatin binçavkirin. Welatiyên li Miduryeta Polîsan a Navçeyê îfadeyên wan hat girtin, ew sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kirine, hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.