NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Çelê di êrîşa bi roketî de herî kêm 3 leşker birîndar bûn.
Şer û pevçûnên li hêrêma Colemêrgê her ku diçin zêde dibin. Hema her roj an teqînek pêk tê, an jî di êrîşekê de gelek leşker birîndar dibin û gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, li çoltara navçeya Çelê êrîşek bi roketî pêk hatiye, 3 leşker birîndar bûne.
Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.