24 xebatkarên Şaredariya Qoserê hatin berdan

MÊRDÎN - 24 xebatkarên Şaredariya Qoserê ku 6 roj berê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.

24 xebatkarên Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê ku di 29'ê Hezîranê de bi hinceta "Propogandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" kirine hatibûn binçavkirin, piştî karên îfadeyê yên li muduriyeta polîsan ew sewqî edliyeyê kirin. Piştî îfadeya dozgeriyê hemû kes serbest hatin berdan.