Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê Ak hat binçavkirin

MÊRSÎN -Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê Ûmût Ak hat binçavkirin.

Li Mêrsînê, xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ûmût Ak ku nexweşê epîlepsiyê ye, dema li Taxa Demîrtaş a navçeya Toroslarê digeriya hat binçavkirin. Nehat zanîn ku ji bo çi Ak hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku Ak birina Muduriyeta Polîsan a Bajêr.