Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin

STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Hevdîtina parêzerên a bi Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha bi hîncetên cûr bi cûr tê astengkirin.