XARPÊT - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ji girtîgehê derket.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku 8 meh in girtî bû, îro hat tahliyekirin. Piştî kirariyên tehliyeyê Anli ji girtîgehê derket. DBP, HDP û malbata Anli li ber Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê pêşwaziya wî kirin.
Anli, piştî 8 mehên girtîgehê tevî kesên pêşwaziya wî kirin vegeriya Amedê.