Nûçegîhanên me hêj di bin çavan de ne

DÎLOK - Nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman li Îslahiyeyê bi hincetên wekî 'bi fikar in' hatin binçavkirin, 2 roj e hêj di bin çavan de ne.

Nûçegîhanên me Nurî Akman û Erdogan Alayumat li ser sînorê Hatay û Dîlokê dema nûçe dişopandin bi hincetên wekî 'bi fikar in' hatin binçavkirin, 2 roj in li Miduryeta Polîsan a Navçeyê tên girtin.

Rojnamegerên li ser 'fikaran' hatin binçavkirin, dê kêngê derxin dozgeriyê ne diyar e.