DERSIM - Li herêma Alîbogaziyê ya di navbera navçeyên Xozat, Çemîşgezek û Pulurê de ye, piştî bombebaran duh êvarî dubare liv û tevgera hewayî dest pê kir.
Li Herêma Alîbogazî ya li sînorê navçeyên Xozat, Çemîşgezek û Pulurê yên Dersimê ye û li Daristanên Kinzirê yên girêdayî Xozatê ne, dih bi şev ji aliyê balafirên şerî û helîkopteran hatibû bombebarankirin, îro liv û tevgera hewayî dubare dest pê kir.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, liv û tevgera hewayî bênavber didome.