Di teqînê de 4 jê giran 17 leşker birîndar bûn

COLEMÊRG – Li bajaroka Bajêrgê ya Geverê dema maşîna leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 4 jê giran 17 leşker birîndar bûn.

Nêzî gundê Basan a bajaroka Bajêrgê ya Gevera Colemêrgê, dema maşîna leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqinê de 4 jê giran 17 leşker birîndar bûn. Piştî teqînê gelek ambulans û helîkopter sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Rêya Bajêrgê û Geverê ji çûn û hatinê re hat girtin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) jî têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku di teqînê de 4 jê giran 17 leşker birîndar bûne.