Rewşa gundê Şemikê birin meclîsê

MÊRDÎN - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê rewşa gundê Şemikê yê Şemrexê bir rojeva meclîsê û xwest lêkolîn bê kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan têkildarî dagirkirina gundê Şemikê yê navçeya Şemrexa Mêrdînê pirsname da wezîrê Bajarvanî û Derdorê Mehmet Ozhasekî.

Atalan ji bo bersivandinê ev pirs pirsîn:
* Agahiya we ji Etî Bakir A.Ş. a girêdayî Cengiz Holdingê heye ku dê gundiyan mexdûr bike?

* Rayedarên şîrketa Eti Bakır A.Ş. diyar dike ku muxatabê wan dewlet e. Ev tê çi wateyê. Axa gundiyan bêyî gundiyan hatiye kirê kirin?

* Ji bo rewşa heyî hûn tu lêkolînan didin destpêkirin?

*Cengiz Holding, di serdema AKP'ê de ketiye çend îhaleyan?

* 420 milyon tl deynê bacê yê Cengiz Holding yê 2010'an çawa hat betalkirin?

*Di serdema AKP ê de çend raporen ÇED'ê hatine betalkirin.
* Ji bo gundî mexdûr nebin û ji gundê xwe koçber nekin tu hewldana wezîr heye?

*Ji bo nexşeya topu kadastro ya gundên Mêrdîn xebatek çawa heye.

*Ji bo mexdûriyeta welatiyan bê derbaskirin xebatek çawa heye?