Li Dêrsimê 14 kes hatin binçavkirin

DÊRSIM – Li navenda Dêrsim û navçeyên wê Xozat û Çemîşgezekê di serdegirtina malan de 14 kes hatin binçavkirin.

Li Dêrsimê operasyonên bi serde girtina malan dewam dikin. Li navenda Dêrsim û navçeyên wê Xozat û Çemîşgezekê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de hat girtin. Li navçeya Xozatê keyayê gundê Kavuktepe Hidir Guneş, Devrîm Korkmaz, Erkan Çelîk, Duzgun Aydin û 8 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.

Devrîm Korkmaz piştî li Edliya Dêrsimê îfadeyên wî hatin sitendin bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

Hinceta binçavkirinan nehat hînbûn.