NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk bakurê bajaroka Til Rifet û gundên derdora Eyn Deqnê yên Şehbayê topbaran dikin.
Demek dirêj e hêzên artêşa tirk (TSK) û komên girêdayê wê gundên Efrînê bombe dike. Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA'yê ji herêmên Şehbayê raghandin, artêşa tirk di van kêliyan de bajaroka Marî, derdora bajaroka Til Rifet û gundên derdora Eyn Deqnê, topbaran dikin.
Li gorî agahiyan artêşa tirk û komên girêdayê wê topbarana xwe berfireh kirine û di van kêliyan de jî gundê Bîniyê yê girêdayî navçeya Şêrawa kirine hedef û bi dijwarî êrîş dikin. Heta niha bi dehan top li gund ketin.
Topbarana li ser herêmên dewam dikin.