Polîsan kesên nîşaneya serkeftinê rakirin binçav kirin

STENBOL - Polîsan li Stenbolê 5 kesên di dawetê de nîşana serkeftinê rakirin binçav kirin.

Li navçeya Sultangazî ya Stenbolê 5 kesên di karwana dawetê de nîşana serkeftinê rakirin hatin binçavkirin. Polîsan bi hinceta di maşînê de nîşana serkeftinê kirine û propaganda rêxistinê kirine 5 kes binçav kirin. Polîsan berbûk Dilek Encu, Halide Encu, Semire Alman, Sinan Alman û Hediye Alman bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" binçav kirin û birin Navenda Polîsan a Gaziyê.