Xwekuj li Idlibê 12 kes kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Xwekujekî li bajarê Idlibê ya Sûriyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşeke xwekujiyê pêkhat, di encama êrîşa xwekujiyê de 12 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndarin.

Li gorî çavkaniyên herêmê li bajarê Idlibê ya Sûriyê êrîşeke xwekujiyê pêkhatiye û di êrîşa xwekujiyê de 12 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku li dijî ekîbên tendûristiyê ku dixwestin biçin herêmê û birîndaran rakin nexweşxaneyê jî rû be rûyê êrîşeke çekdarî hatine.