'Sirên dewletê' yên ku nûçegihanê me daxuyandine: Li AFAD'ê fuhûş, sewqiyata leşkerî, vîla û komeleyên nepen...

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê me Erdogan Alayumat ku li Îslahiyeyê hatibû binçavkirin, ji ber nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Sirên dewletê daxuyandine" hat girtin. Hin ji sernavên nûçeyên ku Alayumat çêkirine û ji bo wan tê gotin ku 'sirên dewletê ne' û di dihaberê de weşiyane ev in:

*Jina penaber a wek hewiyê hat firotin: Ji li Sûriyeyê li bazara koleyan, li Tirkiyeyê li kampan tên firotin

*Li sînorê Hatay, Efrîn û Dîlokê amadekariyên êrîşa li hemberî Efrînê hatin lezandin

*Çeteyên Fuhûşê li AFAD'ê kamp ava kirin!

*‘Mertala Firatê' zarokan dişîne şer!

*Îhtimala êrîşa li hemberî Efrînê jî welatiyên li dor sînor nerihet dike

*Ji Qaterê ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin?

*Gelo Tirkiye walî tayînî bajarên Sûriyeya Bakur kirine?

*Bi TIR'ên qaseyên wan mohrkirî ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin?

*‘Min 150 malbatên tirkmen veguhastin Cerablûsê'

*Mamosteyê cerablûsî: Bêehlaqî û îşkence zêde ye

*Li sînorê Kilîs û Qarqamişê wesayîtên bê plake cirîdan davêjin

*Vîlayên li ser sînor êvarî bêdeng in, bi şev biçek in!

*Li sînorê Efrînê fermana 'berde'

*2 polîsên li Hatayê birîndar bûn mirin

*Ser aqûbeta DAIŞ'iyên li Hatayê hatin girtin tê nixumandin

*Li Reyhanliyê aboriya şer kî dewlemend kir?

*Ocaxên keviran Amanosê tarûmar kirin

*Gelo navenda ÎHH'yê ya li reyhanliyê girêdayî Wezareta Navxweyî ye?

*Li Reyhanliyê di salekê de 47 komele hatin avakirin

*Bi şer re li navçeyên li ber sînor betalî zêde bû

*Dîwarê li ser sînor tê çêkirin qada xezalan teng dike

*Ber bi sînorê Hatayê ve sewqiyat: El Nûsra li ser sînor hat bicihkirin

*Penaberê xirîstiyan: Tirkiye bi qasî Sûriyeyê xirab e

*Hêzên ku dê êrîşî Sûriyeya Bakur bikin tên perwerdekirin

*Hemû gavên xwendekaran 'sûc' e

*Li Hataya ku mozaîka gelan e tu tişt nema