MÊRSÎN - Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ozkan Erdogan, li navçeya Tarsûs a Mêrsînê hat binçavkirin.
Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ozkan Erdogan, dema li Taxa Şahînê ya navçeya Tarsûs a Mêrsînê digeriya, bi hinceta li ser wî kovar hene hat binçavkirin.
Hat hînbûn ku Erdogan li Muduriyeta Polîsan a Navçeyê tê ragirtin.