Parlamenterê HDP'ê Botan hat berdan

WAN – Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan piştî li edliyê îfade da hat berdan.

Parlamenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Wanê Lezgin Botan li Balefirgeha Ferit Melen a Wanê hat binçavkirin. Botan, ku bi hinceta “Heqaret li Serokomar kiriye" doz lê hatiye vekirin hat binçavkirin. Botan, piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan.