ŞIRNEX - Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr ê ku li ser îtîraza dozgeriyê careke din hatibû binçavkirin, îro hat girtin.
Li bajaroka Dêrgul a Şirnexê leşkeran duh cara duyemîn bi ser mala Hevşaredar Mehmet Demîr de girt û ew binçav kirin. Demîr îro derket pêşberî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Şirnexê û bi hinceta "Endamê rêxistinê" hat girtin.
Hat zanîn ku, Demîr şandine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.