Wezareta Karên Hundurîn: Li 28 bajaran 568 kes hatin binçavkirin

ENQERE - Wezareta Karên Hundurîn têkildarî operasyonên di navbera 12-13'ê kanûnê yên li dijî HDP û DBP'ê ragihand ku, li 28 bajaran 568 kes hatine binçavkirin.

Wezareta Karên Hundurîn, piştî êrîşa li Beşîktaşê, hûrguliyên operasyonên li tevahiya Tirkiyeyê yên li dijî HDP û DBP'ê daxuyandin. Li gor daxuyaniyên wezaretê di navbera 12-13'ê kanûnê de, li 28 bajaran 568 es hatine binçavkirin. Di binçavkirinan de "Endamtiya rêxistinê", "Faaliyeta li ser navê rêxistinê" û parvekirinên di hesabên civaka medyayî de hatin nîşandan.

Li gor daxuyaniya wezaretê li van bajaran operasyonên binçavkirinê pêk hatine:

Edene: 29
Enqere: 17
Antalya: 14
Erdexan: 1
Balikesîr: 8
Êlih: 2
Çewlîg: 1
Bedlîs: 23
Dersim: 8
Amed: 19
Xarpêt: 7
Erzîngan: 4
Eskîşehîr: 3
Dîlok: 43
Colemêrg: 8
Îdir: 1
Stenbol: 37
îzmîr: 11
Qers: 3
Qeyserî: 7
Manîsa: 4
Mêrdîn: 4
Mêrsîn: 93
Sêrt: 8
Riha: 194
Şirnex: 9
Tekiîrdag: 4
Dersim: 8
Wan: 6