Qedexeya li Farqînê bi dawî bû

AMED - Li navçeya Farqînê Qedexeya Derketina Kolanan a 14 gundan bi dawî bû.

Walîtiya Amedê bi hinceta operasyona leşkerî li 14 gundên Farqînê Qedexeya derketina Kolanan îlan kiribû. Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku Qedexeya Derketina Kolanan a 14 gundên îro saet di 06.00'an de ji rabûye.

Qedexeya 7 gundên di navbera Lîcê, Dara Hênê û Karazê de jî berdewam dike.