DERSIM - Li Dersimê hevşaredar û siyasetmedar 13 kesên ku hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Aysel Dogan hat berdan.
Li Dersimê serê sibehê di serdegirtinên malan de hevşaredar Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul jî di nav de 13 siyasetmedarên hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 13 kesan li emniyetê mafên xwe yên neaxaftinê bi kar anîn û îfade nedan. Îfadeyên 13 kesan tên girtin.
Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan piştî ku li dozgeriyê îfadeya wê hta girtin, hat berdan.
Li aliyê din gelek welatî hatin ber edliyeyê.