AMED - Endamê MYK a DBP'ê Salîh Akdogan û xebatkarê Navenda Giştî ya DBP'ê Ahmet Karaagaç hatin binçavkirin.
Endamê MYK a DBP'ê Salîh Akdogan û xebatkarê Navenda Giştî ya DBP'ê Ahmet Karaagaç dema ku ji avahiya rêxistina DBP'ê ya Amedê derketin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina Akdogan û Karaagaç nehat hînbûn. Siyasetmedarên hatin binçavkirin birin Emniyeta Amedê.