AMED - Li dijî noqteya polîsan a li nêzî avahiya AKP'a Amedê êrîşek pêk hat.
Li Amedê, li dijî noqteya polîsan a li nêzî avahiya AKP'a Amedê bi bombeya dengî êrîşek pêk hat. Piştî teqînê, li ser hev dengê çekan bilind bû. Ambulans û wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Her wiha welatiyên di rê de diçin jî, rastî venêrîna GBT'ê tên.