ŞIRNEX - Piştî Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr hat girtin, niha jî bi biryara Walîtiya Şirnexê qeyûm tayînî Şaredariya Dêrgulê kirin.
Bi erêkirina Wezareta Karên Hundir û biryara Walîtiya Şirnexê Alîkarê Walîyê Şirnex Tûran Bedîrhanoglû wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dergûlê hat kirin.
Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr di 13'ê kanûna 2016'an de hatibû girtin.